PeyamaKurd- Li Îran û Rojhilatê Kurdistanê bi sedema berdewama zextên li ser çalakvanan û binpêkirinên mafên mirovan, 85 rêxistinên mafên mirovan, parêzer, aktivîst, rojnamevan, kesayetên olî, Komeleya Navneteweyî ya Bijîşk û Karkerên Bijîşkî, Kampanyaya Parastina Girtiyên Siyasî û Sivîl, Komeleya Şoreşger a Jinan û Tora Cîhanî ya Azadiya Girtiyên Siyasî ên Kurd û Îranî daxuyaniyek hevbeş belavkirin.
Di daxuyaniyê de hate gotin, “Îran bi rêya îşkencekirina girtiyan, darvekirinên girseyî, bêdengkirina navneteweyî û sînordarkirinan, tawanên dijî mirovahiyê dike. Ev yek bandorek nerênî li jiyana milyonan mirovan dike û welatî ji edaletê bêpar dimînin.”
Rêxistinan bang kir, “Divê civaka navneteweyî zimanekî tundtir dijî Îranê bikar bîne, ev berpirsyartiyeke ehlaqî ye, herwiha divê Neteweyên Yekbûyî ji bo berpirsyartiyê hemû hêza xwe bikar bîne û piştgiriyê bide saziyan. Di heman demê de dozên binpêkirinên mafên Mirovan bişîne Dadgeha Ceza ya Navneteweyî.”