PeyamaKurd- Serok Mesûd Barzanî, li ser rewşa Rojavayê Kurdistanê û êrîşan peyamek belav kir.
Serok Barzanî di peyama ku ji raya giştî re weşandiye de got: “Me hemû bizavên xwe xistine kar û em berdewam in ku xwişk û birayên me li Rojava tûşî karesat û nexweşiyan nebin.”
Serok Barzanî diyar kir: “Divê hemû alî bi berpirsiyarî û dûrî hestan tevbigerin û wisa çênebe ku zirar bigihîje xwişk û birayên me li Rojava, ku bi tu rengan nayê qebûlkirin.”
Peyama Serok Barzanî wiha ye:
“Bi navê Xudayê Mezin û Dilovan
Em bi nîgeraniyeka mezin û bi hûrî pêşketin û rûdanên dawiyê yên Sûriye û Rojava dişopînin. Di vê rewşa hesas de, divê hemî alî bi berpirsiyarî û dûrî hestan tevbigerin û wisa çênebe ku zirar bigihîje xûşk û birayên me li Rojava, ku ev bi tu rengan nayê qebûlkirin.
Me hemî bizavên xwe xistine kar û em berdewam in ku xûşk û birayên me li Rojava tûşî karesat û nexweşiyan nebin.
Ji aliyekî din ve di wê rewşa aloz a ku çêbûye de, metirsiya serhildana DAIŞê û terorê jî heye ku ew bi xwe li ser tenahî û ewlehiya deverê gefekeke pir cidî ye. Em li vê derê bang li civaka navneteweyî û hevpeymanan dikin ku bi berpirsiyariya xwe rabin û tavilê alozî û şer û pevçûnan rawestînin, agirbesteke seranserî ragihînin û pirsgirêk bi awayekî aştiyane û bi rêya diyalogê bên çareserkirin.
Mesûd Barzanî
20ê Çileya 2026ê”