HSD li ser agirbesa bi Şamê re daxwuyanî da

Dîroka Weşanê :
HSD li ser agirbesa bi Şamê re daxwuyanî da

PeyamaKurd – Fermandariya Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) li ser peymana agirbesa ku bi Şamê re kirine daxwuyanî da çapemeniyê. HSDê ragihand ku ji bo bi Şamê re asta gengeşeyê daxînin, wê li pey peymanê herin. HSDê got:

“Hêzên me radigihînin ku wê bi temamî li pey agirbesa ku bi Şamê re kirine, herin. Heya êrîşê ser hêzên me nekin, em sozê didin ku em ê ti tevgerekî êrîşker nekin.”

Li ser dahatûya Sûriyê û çareseriya pirsgirêkan, HSDê got ku ew amadene di rêya diyalogê de mijaran çareser bikin û dewam kir:

“Em bo hevdîtinên çareseriya mijarên siyasî amade ne. Bo ji îstîqrarê re xizmetê bikin, bo bicîhanîna peymana 18.01.2026an, bo em pêşdetir gavan bavêjin, em amade ne.”