Mesrûr Barzanî li Davosê bi wezîrê Misrê û şansolyê Avûstûryayê re hevdîtin kir

Dîroka Weşanê :
Mesrûr Barzanî li Davosê bi wezîrê Misrê û şansolyê Avûstûryayê re hevdîtin kir

PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma kurdistanê Mesrûr Barzanî bo zîrwa Davosê niha li bajarê Davos a Îsvîçreye û dîplomasiya bi dinyayê re dimeşîne.

Mesrûr Barzanî îro bi wezîrê Misrê yê veberhênanê û bazirganiyê re bi Hassan El-Khatib re hevdîtin kir û behsa girîngiya pêşdebirina têkiliyên herêma Kurdistanê û Misrê kirin. Her weha li ser seredana xwe ya Misrê û hevdîtina bi serokê Misrê Abdulfettah Sîsî re kirin û li ser mijarên ku axifîbûn rawestiyan.

Her dû teref bo veberhênan û bazirganiya navbera her dû welatan axifîn û Barzanî balê kişand ser Proja Ronakî ya Herêma Kurdistanê ku bo temînkirina sayacên bi aqil yên elektronîkî ji şîrketa Misrê ya bi navê Iskraemeco kir ku pê re peymanê girêdabûn.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî her weha bi Şansolyê Avûstûryayê bi Christian Stocker re hevdîtin pêkanî û li ser girîngiya pêşdebirina têkiliyan yên navbera Herêma Kurdistanê û YEyê kirin ku di têkoşîna li dijî DEAŞê de hevkariyê bikin û koordînasyonê pêşde bibin.

Di hevdîtinê de her weha li ser pêşdeçûnên li Iraqê û herêmê û xwurtkirina têkiliyên Kurdistanê û Avîstûryayê kirin dê çawa têkiliyan pêşde bibin.