Koçyigit: "Meseleya Kurd ne bi tundûtûjiyê, bi diyalogê çareser dibe"

Dîroka Weşanê :
Koçyigit: "Meseleya Kurd ne bi tundûtûjiyê, bi diyalogê çareser dibe"

PeyamaKurd – Cîgira Serokê Koma Partiya DEMê Gulistan Kiliç Koçyigit, li ser pêşketinên li Sûriyeyê şîrove kir û diyar kir ku gelê Kurd li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi salan e bedelên giran daye, ne tenê axa xwe, lê di heman demê de hemû gelên li herêmê dijîn jî diparêze.

Li gel vê yekê, Koçyigit diyar kir ku hikûmet bi têgihîştina "divê Kurd bi ser nekevin" tevdigere û got ku ev polîtîka bêîstîqrariya li Sûriyeyê zêde kiriye û di navbera Kurdên li Tirkiyeyê dijîn de bûye sedema parçebûnek kûr.

Koçyigit di dawiya axaftina xwe de girîngiya diyalog û çareseriyê tekez kir û diyar kir ku meseleya Kurd bi siyaseta demokratîk û diyalogê dikare were çareserkirin, ne bi tundûtîjî û pevçûnê.

Wê herwiha bang li hikûmetê kir ku beşdarî aştiya li Sûriyeyê bibe û diyalogê bi gelê Kurd re xurt bike.