PeyamaKurd – Li bajarên Wan, Bedlîs, Mûş û Hakkariyê bi sedema barîna berfa zêde rêyên 530 ciyan ji berfê hatine girtin û çûn û hatina gundan nema dibe.
Rayedarên pêwendîdar dixebitin da rêyan ji berfê paqij bikin û vekin.
Li bajarê Wanê şaredarî dibêje ku bi sedema berf û bahozê rêyên 220 gundan girtîne. Şaredarî bi 257 alavan û 600 xebatkaran dixebitin da rêyan vekin.
Li bajarê Hakkariyê rêyên 23 gund û 45 mezrayan girtîne. Dezga Rêyên Bejayiyê dixebite da rêya Hakkarî-Wanê û rêyên Hakkariya û Çelê ji berfê û aşîtên ketine nava rê paqij bikin.
Li bajarê Mûşê rêyên 118 gundan ji berfê girtîne.
Li bajarê Bedlîsê jî rêyên 124 gundan girtîne û dixebitin da rêyan vekin.