Li Bakurê Kurdistanê êrîşên ser taxên Kurdan hatin protesto kirin

Dîroka Weşanê :
Li Bakurê Kurdistanê êrîşên ser taxên Kurdan hatin protesto kirin

PeyamaKurd- Li bajarê Diyarbekir, Wan, Sêrt û çend bajar û navçeyên din ên Bakurê Kurdistanê êrîşên hêzên hikûmeta veguhêz a Sûriyê yên 2 roj in li ser taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiye yên Helebê berdewam dikin, protesto kirin. Di xwepêşandanan de, banga rawestandina êrîşan hate kirin û piştevanî bo Kurdên Rojavayê Kurdistanê hate dayîn.

Li bajarê Diyarbekirê jî girseyeke mezin bi diruşmên “Bijî berxwedana Rojava” meşiya û banga rawestandina êrîşên ser taxên Kurdan ên Helebê hate kirin.

Di xwepêşandana Diyarbakirê de, Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir axaftinek kir û got, dixwazin bi polîtîkaya ku bi ser HTŞê de didin meşandin, pêvajoya aştiyê ya li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê hatiye destpêkirin têk bidin.

Bayindir banga vegera ji vê polîtîkayê kir û diyar kir, “Çarenivîsa Kurdên Sûriyê girêdayî Rojavayê Kurdistanê ye û ya Sûriyê jî girêdayî pêşengiya Kurdan e.”

Bayindir bal kişand ser ku pêvajoya çareseriyê ya 2015an jî bi hinceta DAIŞê hatibû bidawîkirin û destnîşan kir, niha jî bi behaneya HTŞê ango deshilata nû ya Sûriyeyê tê xwestin ku heman tişt bê kirin.