PeyamaKurd – Li bajarê Çewlikê (Bingöl) di êrîşekî çekdarî de kesê bi navê O.H. (27) giran birîndar bû û li nexweşxanê can da.
Bûyer, li Feleka Zankoyê qewimî. Êrîşa çekdarî ji nav erebeyekî hat kirin û sedema wê jî nehat zanîn. Niha polîs ketiye pey ew kes an kesên ji erebeyekî din bi çek êrîşê mirovê kuştî kiriye.