Li Duhokê civîna Rojavayê Kurdistanê: Dorpêça ser Kobaniyê radibe

Dîroka Weşanê :
Li Duhokê civîna Rojavayê Kurdistanê: Dorpêça ser Kobaniyê radibe

PeyamaKurd- Li bajarê Duhokê yê Başûrê Kurdistanê rûniştineke taybet derbarê geşedanên dawî yên li Rojavayê Kurdistanê de bi rêve çû. Di rûniştinê de rola dîplomatîk a Herêma Kurdistanê û rewşa mirovî ya li herêmên kurdî yên Sûriyê hate nirxandin.

Endamê Mekteba Siyasî ya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Serbest Lezgîn, di piştî civînê bal kişand ser hewldanên Serok Mesûd Barzanî û diyar kir ku Serok Barzanî wekî lêvegereke Kurdistanî di aramkirina rewşa Rojavayê Kurdistanê de roleke mezin lîstiye û bi berdewamî piştevaniya daxwazên rewa yên gelê kurd li wir kiriye.

Dorpêça ser Kobaniyê radibe

Derbarê rewşa krîtîk a bajarê Kobaniyê de, Serbest Lezgîn mizgînî da û destnîşan kir ku di çend rojên bê de rewşa Kobaniyê dê asayî bibe û dorpêça li ser bajêr rabe. Hat ragihandin ku ew xalên li Hesekê û Qamişlo ji bo aramiyê hatine cîbicîkirin, dê li Kobaniyê jî bikevin meriyetê û alîkariyên mirovî di demeke nêz de bigihêjin bajêr.

Ehmed Şera û Serok Barzanî di pêwendiyê de ne

Serbest Lezgîn eşkere kir ku Serokê Sûriyê yê qonaxa veguhêz, Ehmed El-Şera, bi berdewamî di pêwendiyê de ye ligel Serok Barzanî. Lezgîn anî ziman ku ji bo gotûbêjkirina paşeroja herêmê, dibe ku di demên pêş de berpirsên payebilind ên Sûriyê serdana Hewlêrê bikin û ev wekî pêvajoyeke asayî ya dîplomatîk nirxand.