Li Kobanê ji ber nebûna derman 3 zarokên din jî can da

Dîroka Weşanê :
Li Kobanê ji ber nebûna derman 3 zarokên din jî can da

PeyamaKurd – Li bajarê Kobaniyê yê Rojavayê Kurdistanê, dorpêça ku ji mehekê zêdetir e berdewam dike, sîstema tenduristiyê anî ber hilweşînê.

Pisporê tenduristiya zarokan Dr. Şevîn Abdulkadir Begî ji Rûdawê re ragihand ku ji ber nebûna derman û pêdiviyên bijîşkî, herî kêm sê zarokan jiyana xwe ji dest dane. Ev krîza ku bi girtina rêyan û rawestandina alîkariyên mirovî kûrtir bûye, niha rasterast gefê li jiyana pitik û zarokan dike.

Dr. Şevînê bal kişand ser belavbûna nexweşiyên vegirtî û got ku ji ber kêmbûna ava paqij, malbatên koçber ên li dibistanan neçar in ava nepaqij bikar bînin. Ev rewş bûye sedema zêdebûna enfeksiyonên rûvî, vereşîn û nexweşiyên pişikê.

Zarokên ku pergala parastina wan lawaz e, li hemberî van nexweşiyan bêparastin dimînin. Li bajêr nexweşxaneyeke taybet ji bo zarokan tune ye û beşên zarokan ên li nexweşxaneyên giştî bi du qatî kapasîteya xwe dixebitin.

Stokên dermanan li dermanxaneyên Kobaniyê ber bi qedandinê ve diçin. Dr. Şevînê diyar kir ku nexweşên zarok nikarin bigihîjin kelûpelên herî sade yên mîna şerbet, antîbiyotîk û spreyên (inhaler) ji bo bêhnçikînê.

Malbat bi reçeteyan li her derê bajêr digerin, lê bi destên vala vedigerin. Herwiha dermanên nexweşiyên kronîk ên mîna şekir û tansiyonê jî bi temamî peyda nabin.

Karmendên tenduristiyê hişyarî didin ku eger rêyên lojîstîkî neyên vekirin, hejmara mirina zarokan dê zêdetir bibe. Ew bang li rêxistinên navneteweyî û ajansên alîkariya mirovî dikin ku bi lez destwerdanê bikin û dermanên bingehîn bigihînin bajêr da ku pêşî li vê karesatê were girtin.