Li Rojhilatê Helebê şer derket: Her du alî hevdu tawanbar dikin

Dîroka Weşanê :
Li Rojhilatê Helebê şer derket: Her du alî hevdu tawanbar dikin

PeyamaKurd – Li herêma Meskeneyê ya li rojhilatê Helebê, di navbera Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) û hêzên Ehmed Şera (HTŞ) de pevçûn derket.

Çekdarên li Şamê ragihandin ku di encama êrîşeke HSDyê de du leşkerên wan hatine kuştin û yek jî birîndar bûye. Şamê diyar kir ku ew ê bipêşveçûna xwe ya ber bi herêma Tebqayê ve berdewam bikin.

Lê belê, HSDyê ev îdia red kirin û ragihand ku pevçûn ji ber binpêkirina peymanê ya ji aliyê hêzên Ehmed Şera ve derketiye.

HSDyê destnîşan kir ku hêzên li Şamê berî ku wextê vekişînê (saet 07:00) biqede, ketine nav herêmên Dêr Hafir û Meskeneyê. HSDyê ev gav wekî "xeternak" pênase kir û daxwaza desttêwerdana navbeynkarên navneteweyî kir.