PeyamaKurd- Serkirdeyê berê yê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Mela Baxtiyar, bi fermî kurtejiyana (CV) xwe pêşkêşî Parlamentoya Iraqê kir û wekî namzedekî serbixwe tevlî pêşbaziya posta Serokomarê Iraqê bû.
Hate ragihandin ku yek ji kesatiyên naskirî yên siyaseta Kurdistanê Mela Baxtiyar, ji bo bidestxistina posta Serokomarê Iraqê serlêdana fermî kiriye.
Ev pêngava Mela Baxtiyar di demekê de ye ku pêşbaziya li ser vê postê di navbera aliyên Kurdî de germ bûye. Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) bi du berbijaran (Fuad Hisên û Newzad Hadî) û YNK jî bi berbijarê xwe (Nizar Amêdî) tevlî wê pêvajoyê dibin. Lê Mela Baxtiyar biryar daye ku bi nasnameyeke "serbixwe" bikeve nav vê hevrikiyê.
Mela Baxtiyar kî ye?
Hîkmet Mihemed Kerîm, ku di nav gel û qada siyasî de bi navê "Mela Baxtiyar" tê naskirin, di 20ê Tebaxa 1954ê de li bajarê Xaneqînê hatiye ser dinyayê. Ew xwedî dîrokeka dûr û dirêj a têkoşînê ye:
- Destpêka Siyasî: Di 10ê Hezîrana sala 1970ê de, hîn di ciwaniya xwe de, tevlî "Komeleya Marksî-Lenînî ya Kurdistanê" bû.