PeyamaKurd- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro 21ê Kanûnê li paytexta Misrê Qahîreyê bi Serokomarê Misrê re Ebdulfetah Sîsî re civiya.
Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand, Serokomarê Misrê kêfxweşiya xwe bi serdana Serokwezîrê Herêma Kurdistanê anî ziman û amadebûna welatê xwe ji bo pêşxistina têkiliyên dualî tekez kir.
Di daxuyaniyê de hate gotin, "Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê pesnê rola Misrê û Serokomar Sîsî ji bo çespandina aştî û aramiya herêmê kir."

Di wê civînê de tekezî li ser girîngiya xurtkirina têkiliyên di navbera Herêma Kurdistanê û Misrê de di warên cuda cuda de, bi taybetî di veberhênan û pevhevguhertinên bazirganî de hat kirin.
Di beşeke din a civînê de, "Herdu alî li ser berdewamkirina hevhanegî û hevkariyê ji bo parastina ewlehî û aramiya Herêma Kurdistanê, Iraq û herêmê hevnerîn bûn."
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî doh Şemîyê bi serdaneke fermî gihîştibû Qahîreya paytexta Misrê û ji aliyê Wezîrê Rewşenbîriyê Ehmed Fuad Hino û hejmarek rayedarên din ên Misrê ve hatibû pêşwazîkirin.