PeyamaKurd- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro 14ê Çileyê pêşwaziya Balyozê Fransayê yê li Iraqê Patrick Durel kir.
Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand, di civîna ku Konsulê Giştî yê Fransayê li Herêma Kurdistanê Jan Brem jî amade bû de, li ser rewşa giştî ya Iraqê û bizav û danûstandinên aliyên siyasî ji bo avakirina her du kabîneyên nû yên Hikûmeta Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê hatin axaftin.
Hatiye diyarkirin, di beşeke din a civînê de, her du aliyan dîtin û nerînên xwe li ser pêşketin û guhertinên dawiyê yên rewşa deverê li hev guhertin.