PeyamaKurd- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê tacegul li ser Monumenta Şehîdên 1ê Şibatê danî û ew bibîr anîn.
Bi amadebûna Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, merasîma salvegera Şehîdên 1ê Şibatê li demjimêr 10:00ê li Hewlêrê hate lidarxistin.
Di merasîmê de, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê tacegula rêz û dilsoziyê li ser Monumenta Şehîdên 1ê Şibatê danî.
Êrîşên 1ê Sibata 2004an
22 sal berê rojek wekî îro 2 kesên xwekuj ên cîhadîst li binkeyên baskê 2 yê PDKê û malbenda 3 ya YNKê xwe teqandin û bi sedan kes şehîd û birîndar bûn.
Li ser vê êrîşa hovane 22 sal derbas bûn ku 1ê Sibat a 2004an li Hewlêrê rû dabû. Dema êrîşê roja yekem roja cejna Qurbanê bû û terorîstan 2 li binkeyên baskê 2 yê PDKê û malbenda 3 ya YNKê xwe teqandin û ji ber wê jî zêdetirî 100 kes şehîd bûn û zêdetirî 200 kesan jî birîndar bûn.
Ew bûyer li demeke ktu proseya aştiyê di navbera PDK û YNKê de ketibû meriyetê rû da û Herêma Kurdistanê ber bi qonaxa xizmetguheziyê û vejînê ve pêngav davêtin. Mebesta vê êrîşa hovane têkbirina aramî û îstiqrara Herêma Kurdistanê bû û di roja yekem a cejnê de destên xwe yên reş xistin nav xwîna welatiyên Kurdistanê.
Ev êrîşa hovane rêxistina terorîst a El-Qaîdeyê li xwe girtibû.