Parlamenterên Îranê bi unîformayên Pasdaran çûn Meclîsê

Dîroka Weşanê :
Parlamenterên Îranê bi unîformayên Pasdaran çûn Meclîsê

PeyamaKurd- Li Îranê, wekî bertekek li dijî biryara Yekîtiya Ewropayê (YE) ya xistina navê Supaya Pasdaran a lîsteya "rêxistinên terorê", Serokê Meclîsê Mihemed Baqir Qalîbaf û hemû parlamenter bi unîformayên Pasdaran beşdarî rûniştina giştî bûn.

Di civînê de pankartên bi nivîsa "Supaya Pasdaran mezintirîn rêxistina dijî-terorê ya cîhanê ye" hatin daleqandin û dirûşmên li dijî Amerîkayê hatin qêrîn.

Qalîbaf diyar kir ku ev pêngava Ewropayê bi fermana Amerîka û Îsraîlê hatiye avêtin û ew ê bandoreke xirab li paşeroja Ewropayê bike.

Hêjayî gotinê ye, niha Amerîka û Îsraîl amadekariya êrîşeke berfireh li ser Îranê dikin ku guhertina rejîmê jî tê pêşbînîkirin. Rêveberiya Îranê hewl dide bi rêya danûstandinan ber li vê êrîşê bigire.