PeyamaKurd- Serokomarê Îranê Mesûd Pizişkiyan, di pêwendiyeke telefonî ya ligel Serokomarê Misirê Ebdulfetah es-Sîsî de, rewşa dawî ya herêmê nîqaş kir û ragihand ku welatê wî di bin tu mercan de ne li pey şer e.
Pizişkiyan destnîşan kir ku şerekî muhtemel ne di berjewendiya Îranê, ne ya DYAyê û ne jî di ya herêmê de ye û got ku lewma ew di wê baweriyê de ne ku divê rê li ber rageşiyên bi vî rengî bê girtin.
Hêjayî gotinê ye, ev daxuyanî di demekê de hat ku pêwendiyên dîplomatîk ên Îranê bi serokên welatên herêmê re, ji bo kêmkirina rageşiya navbera Tehran û Washingtonê, berdewam dikin.