Deriyê Refahê yê navbera Misir û Xezeyê hate vekirin

Dîroka Weşanê :
Deriyê Refahê yê navbera Misir û Xezeyê hate vekirin

PeyamaKurd- Yekîneya Birêvebirina Karên Hikûmeta Îsraîlê li Filistînê (COGAT) ragihand ku, li gorî peymana agirbestê û fermanên rêveberiya siyasî, îro Yekşemê 1ê Sibatê deriyê Refehê hate vekirin û rê dide derbasbûna sînorkirî ya  xelkê Xezeyê.

COGATê diyar kir: "Wekî beşek ji vê yekê, îro qonaxek ceribandinê ya destpêkê dest pê kir, ev vekirin bi hevkariya Şanda Alîkariya Sînor a Yekîtiya Ewropayê (EUBAM), Misir û hemû aliyên têkildar hatiye pêkanîn."

COGATê destnîşan kir ku hemû alî tedbîrên amadekariyê werdigirin da ku derî bi tevahî were vekirin.

Di dawiyê de jî hate gotin: "Piştî ku amadekarî bi dawî bibin, derbasbûna rastîn a xelkê di her du aliyan de dê dest pê bike. "