PeyamaKurd - Îran wê bi Rûsya û Çînê re li Kendava Omanê û bakurê Okyanûsa Hindî tetbîqatên leşkerî li dar bixe.
Di 27ê Çile de, Îranê ji bo tetbîqatên leşkerî li qada hewayî ya derdora Tengava Hurmuzê Agahdariyek ji bo Balafirvanan (NOTAM) weşand. Di daxuyaniyê de hat gotin ku tetbîqat dê di navbera 27-29ê Çile de di nîva 5 mîlên deryayî de li dora tengavê pêk werin.
Li gorî Ajansa Nûçeyan a nîv-fermî Tasnim, tetbîqata "Kembera Ewlehiya Deryayî" ya di navbera Îran, Rûsya û Çînê de wê di nîvê Sibatê de li Kendava Omanê û bakurê Okyanûsa Hindî were lidarxistin.
Îran, Rûsya û Çîn ji Kanûna 2019an vir ve li vê herêmê di bin navê "Kembera Ewlehiya Deryayî" de tetbîqatên salane li dar dixin.