PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî û Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD), Mazlûm Ebdî, li ser rêkeftina di navbera Hikûmeta Sûriyê û HSDê de axivîn.
Di daxuyaniyekê de ku ji aliyê ofîsa Barzanî ve roja Yekşemê, 1ê Sibata 2026an de hat weşandin, hat destnîşankirin ku Serok Barzanî û Mazlûm Ebdî bi telefonê axivîne.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku di nîqaşê de pêşketinên dawî yên li Sûriyê û gavên ku ji bo pêkanîna rêkeftina di navbera Hikûmeta Sûriyê û HSDê de hatine avêtin hatine vegotin.
Li gorî daxuyaniyê, her du aliyan tekezî li ser pêwîstiya çareserkirina pirsgirêkên heyî bi rêya diyalogê kirin û girîngiya bidestxistina aştî û aramiyê li Sûriyê anîn ziman.