PeyamaKurd - Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron bi Serokkomarê Sûriyeyê Ehmed Şera û Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD), Mazlûm Ebdî re li ser pêşketinên dawî yên li Sûriyeyê axivî.
Serokatiya Fransayê (Koşka Elîzeyê) ragihand ku Serokkomar Macron bi Serokkomarê Sûriyeyê û Fermandarê Giştî yê HSDê Ebdî re li ser telefonê axivî.
Li gorî daxuyaniyek ku îro ji hêla Koşka Elîzeyê ve hat weşandin, axaftin li ser pêşketinên dawî yên li Sûriyeyê û guhertinên li herêmê bû.
Hat diyarkirin ku Macron peymana agirbestê ya di navbera hikûmeta Sûriyeyê û HSDê de pêşwazî kir, wê wekî "gaveke erênî" bi nav kir, û girîngiya bicîhanîna şertên peymanê ji bo misogerkirina aramiya tevahî tekez kir.