PeyamaKurd – Hevserokê Partiya Wekhevî û Demokrasiya Gelan (DEM Partiyê) Tuncer Bakirhan girîngiya peymana di navbera Şam û HSDê de tekez kir û ji bo beşdarbûn û helwesta wî ya avaker di vê pêvajoyê de spasiya Serok Mesûd Barzani kir.
Li Dîyarbekirê di bin serokatiya Platforma Saziyên Demokratîk de meşek girseyî ji bo protestokirina êrîşên li ser Rojava û nîşandana hevgirtinê hate lidarxistin. Hevserokê DEM Partiyê Bakirhan li wir daxuyaniyên girîng da.
Bakirhan di destpêka axaftina xwe de bi bîranîna bûyerên 15 sal berê got, "Pêleke tarî ya zilmê cîhan, bi taybetî Rojhilata Navîn, girtibû. Lêbelê, li Rojava, jinên Kurd û şoreşgeran bi têkoşîna xwe ya bi bedelên canê xwe dawî li vê tarîtiyê anîn, Rojava azad kirin û cîhan ji bela DAIŞê xelas kirin."
Bakirhan diyar kir ku hêzên paramîlîter bi êrîşên ku di 6ê Çile de dest pê kirin şoreşa Rojava hedef girtin û tekez kir ku ev êrîş bi saya berxwedana gel hatin pûçkirin. Wî got, "Ger îro li Rojava Peymana 30ê Çile hebe, ev bi saya têkoşîna we ye. Ev ne teslîmbûn e, lê peymanek e ku bi berxwedanê hatiye çêkirin."
Bakirhan herwiha got, "Kurd naxwazin bê statu, bê deng bijîn. Kurd dixwazin bibin beşek demokratîk a Sûriyeyê. Lê ew dixwazin bi maf, nasname û statuya xwe li wir bin. Ger rejîma Sûriyeyê pabendî peymana 30ê Çile bibe, Rojhilata Navîn qezenc dike, Tirkiye qezenc dike, em hemû qezenc dikin."
Wî destnîşan kir ku cara yekem di dîroka Kurdan de, li her çar beşên Kurdistanê di derbarê Rojava de yekîtiyek bêkêmasî pêk hatiye û bal kişand ser hewldanên dîplomatîk ên di bidestxistina Peymana 30ê Çile de, spasiya Serok Mesûd Barzanî û Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî kir.
Tuncer Bakirhan got, "Em ji Birêz Ocalan re jî spas dikin ku komploya şerê navxweyî li Rojava têk bir. Em ji gelê xwe re spasdar in ku ji Hewlêrê heta Sûriyeyê dîrokê dinivîsin. Cara yekem di dîrokê de, Kurdên li her çar beşên Kurdistanê li ser mijarekê bûne yek: Rojava. Rojava ji bo Kurdan xeta sor e." Bakirhan, bang li civaka navneteweyî kir ku hevgirtinê nîşanî Kurdan bidin û axaftina xwe bi peyamek zelal ji bo Enqerê bi dawî kir.
Wî herwiha bang li civaka navneteweyî kir ku hevgirtinê nîşanî Kurdan bidin. Bakirhan, rayedarên Tirkiyeyê vexwend ku di derbarê Rojava de avaker bin û gotinên xwe wiha bi dawî kir:
"Li Sûriyeyê peymanek hat îmzekirin. Em vê peymanê bi awayekî erênî dibînin. Em herwiha rayedarên Tirkiyeyê vedixwînin ku li Rojava roleke bi bandor bilîzin. Em dixwazin ku ew di derbarê parastina ziman û çanda Kurdî de helwesteke avaker bigirin. Kurd ne tehdîd in.
Kurdan li Sûriyeyê peymanek îmze kirin. Pêvajoya civaka demokratîk li Tirkiyeyê jî berdewam dike. Li Sûriyeyê peymanek hat çêkirin; niha dora Tirkiyeyê ye. Dem hatiye ku Kurdên li Tirkiyeyê maf û azadiyên xwe yên demokratîk misoger bikin û bi dest bixin. Ez bawer dikim ku, wekî doh bû, îro ye û sibê jî wê bibe, Diyarbekir bi partiya xwe re, wê her tiştî bike da ku serkeftina pêvajoyê misoger bike."