Li Belucistana Pakistanê şer û pevçûn: Hejmara miriyan zêde dibe

Dîroka Weşanê :
Li Belucistana Pakistanê şer û pevçûn: Hejmara miriyan zêde dibe

PeyamaKurd- Li parêzgeha Belucistana Pakistanê, piştî êrîşên hemwext ên ku ji aliyê Artêşa Rizgariya Belucistanê (BLA) ve li 12 herêmên cuda hatin kirin, bîlanço giran dibe.

Li gorî daxuyaniya fermî ya artêşa Pakistanê, di encama operasyonên bersivdayînê de 92 çekdar hatine kuştin. Di van êrîşan de hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane gihiştiye 33 kesan ku 18 ji wan sivîl û 15 jî efserên ewlehiyê ne.

Hat ragihandin ku êrîş bi taybetî li herêmên wekî Ketta, Mastung û Gvadrê sivîl û xebatên geşepêdanê yên herêmê kirine armanc.

Artêşa Pakistanê diyar kir ku ev êrîş ji derveyî welat hatine birêvebirin û rêxistinê bi rêya îstîxbaratê bi êrîşkarên li qadê re di pêwendiyê de bûye. Hat ragihandin ku li herêmê operasyonên lêgerîn û paqijkirinê berdewam dikin da ku hemû berpirs û piştgirên van êrîşan bên girtin.