PeyamaKurd- Çalakvana mafên mirovan û xwediya Xelata Nobela Aştiyê, Nadyaa Murad, li ser medya civakî yê hesabê fermî yê CENTCOMê peyamek belav kir û derbarê rewşa dawî ya li Rojavayê Kurdistanê û Bakurê Sûriyê de hişyariyên tund da civaka navdewletî û bi taybetî Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA).
Murad bal kişand ser rola girîng a hêzên Kurd di şerê li dijî DAIŞê de û got: "Hevpeymaniya navdewletî ji bo şerkirin û têkbirina DAIŞê pişta xwe spart hêzên Kurd li Rojava. Niha di kêliyeke krîtîk de, yên ku di eniyên herî pêş de li dijî xerabiyê sekinîn, tên terikandin."
Murad bi bîr xist ku serkeftina li dijî terorê bi saya fedakariya hêzên herêmî pêk hat û diyar kir, kiryarên civaka navdewletî yên li Sûriyê û herêmê wekî "kaos" bi nav kir.
Murad hişyarî da ku eger ev bêdengî û terikandin berdewam bike, "mirovên bêguneh dê biha û bedeleke giran bidin."
Nadşa Murad, ku bixwe rizgarbûyeke komkujiya DAIŞê ya Şengalê ye û her tim bang dike ku civaka navdewletî berpirsyariyên xwe yên li hemberî gelên herêmê yên ku rû bi rûyê qirkirinê mane, bi cih bîne.