Nasnameya 222 kuştiyên Kurd ên xwepêşandanên Îranê eşkere bû

Dîroka Weşanê :
Nasnameya 222 kuştiyên Kurd ên xwepêşandanên Îranê eşkere bû

PeyamaKurd- Li gorî rapora Tora Mafên Mirov a Kurdistanê, nasnameya 222 xwepêşanderên Kurd ku bi destê hêzên rejîma Îranê di dema xwepêşandanên li Rojhilatê Kurdistan û Îranê de hatine qetilkirin, piştrast kir.

Di raporê de hatiye diyarkirin ku ji destpêka xwepêşandanên li Rojhilatê Kurdistan û Îranê ve 222 xwepêşanderên Kurd bi destê hêzên rejîma Îranê li bajarên cuda hatine qetilkirin û nasnameyên wan eşkere bûne.

Herwiha hatiye diyarkirin ku kesên jiyana xwe ji dest dane li bajarên Kirmaşan, Îlam, Tehran, Elborz, Loristan, Xoresana Rezewî, Esfehan, Hormizgan û Xozistanê hatine tomarkirin.

Tora Mafên Mirov a Kurdistanê eşkere kiriye ku nasname û zanyariyên gelek welatiyên din yên Kurd ku di xwepêşandanan de hatine kuştin, gihîştine destê wan û ew ji bo piştrastkirinê lêkolînan dikin.

Herwiha di raporê de hatiye diyarkirin ku hêzên rejîma Îranê di xwepêşandanan de çekên şer bikaranîne, rasterast gule berdane serê xwepêşanderan. Saziyên ewlehiyê jî ji bo radestkirina cenazeyan pereyek zêde ji malbatan wergirtine.

Zext li malbatan hatine kirin ku di wefatnameya zarokên xwe de bêjin ‘Ji ber ketina ji bilindahiyan’ jiyana xwe ji dest dane û berpirsyartiya kuştina wan bixin stûyê xwepêşanderan.