PeyamaKurd- Nasnameya 5 welatiyên Kurd ên Rojhilatê Kurdistanê ku di dema xwepêşandanan de bi guleyên rasterast ên hêzên rejîma Îranê hatine kuştin eşkere bû.
Li gorî agahiyên saziya Kurdpayê, nasnameya 5 welatiyên Kurd ên ku di xwepêşandanan de hatine kuştin wiha ne:
Welatiyê bi navê Erdeşîr Zareî (40 salî), Kurdê Yarsan û xelkê Dalaho ku li bajarê Saweyê rûdinişt, dema ku ji bo nexweşiya xwe ya dil çûbû dermanxaneyê, ji pişt ve bi guleya şer û "tîra xelas" hat kuştin. Hate ragihandin ku rejîmê ji bo radestkirina cenazeyê wî milyarek tuman pere ji malbatê standiye; Erdeşîr bavekî kedkar bû û 3 zarokên wî yên piçûk man.
Ciwanê 24 salî Erfan Elîzade li Varaminê, Siyawuş Şîrzad li Tehranê û Keywan Rezaî jî li taxa Dere-Drîj a Kirmanşanê bi guleyên rasterast ên hêzên Sipahê hatin kuştin.
Jina ciwan a bi navê Zehra Moradî ku xelka Bokanê ye, di xwepêşandanên devera Tehransarê de bi guleyên ku li ser û sîngê wê ketine jiyana xwe ji dest da.
Di heman bûyerê de xal û keça xala Zehrayê jî bi çekên saçmeyî birîndar bûn. Cenazeyê Siyawuş Şîrzad li Bokanê hat veşartin û biryar e cenazeyê Erdeşîr Zareî jî roja pêncşemê li gundê Derwîtê yê Dalaho bê sipartin bi axê.
Di protestoyên Îran û Rojhilatê Kurdistanê de, heta niha bi hezaran welatî bi awayekî hovane hatin kuştin û bi deh hezaran kes jî hatine binçavkirin.