PeyamaKurd- Nivîskar, zimanzan û alimê Kurd ê navdar Mehmed Emîn Bozarslan, di 91 saliya xwe de li bajarê Upsala yê Swêdê çû ser dilovaniyê.
Keça Bozarslan, Aycan Şermîn ragihand ku li gorî wesiyeta bavê wê, merasîma binaxkirinê dê tenê bi beşdariya malbatê pêk bê, lê şîna wî dê li bajarê Upsalayê (Stabby Prästgård) di 11ê Sibatê de bê danîn.

Bozarslan ku di sala 1935an de li Licê ya Diyarbekirê ji dayîk bûbû, jiyana xwe dabû ser xizmeta ziman û edebiyata Kurdî.
Wî di sala 1968an de yekemîn Alfabeya Kurdî bi tîpên latînî li Tirkiyeyê çap kir û şahberhema Ehmedê Xanî "Mem û Zîn" wergerand Tirkî.
Ji ber van xebatên xwe gelek caran hat girtin û darizandin; heta dozgeran berhemên wî wekî "dînamîtên binê dewletê" bi nav kirin. Bozarslan ku ji sala 1979an ve li Swêdê wekî penaber dijiya, bi dehan pirtûkên girîng li dû xwe hiştin û di dîroka têkoşîna çandî ya Kurd de cihekî girîng girt.