Parêgeha Amedê mîtînga dê li Amedê bihata kirin qedexe kir

Dîroka Weşanê :
Parêgeha Amedê mîtînga dê li Amedê bihata kirin qedexe kir

PeyamaKurd – Parêzgeha Amedê ji bo 4 rojan qedexa kirina çalakiyan bi Amedê û navçên wê danî. Bi biryarê re xwepêşandan ku wê roja Yekşemê bihata kirin hat qedexekirin.

Qedexe ji 23.01.2026an roja Înê seet ji 00.01ê destpêdike û heya roja 26.01.2026an seet 23.59an dewam dike. Qedexe bo 4 rojaye.

Parêzgehê civîn, çalakî û civîna çapemeniyê qedexe kir. Sedema qedexeyê yek jê ew ku wê di 25.01.2026an de seet ji 11.00 heya 18.00an dê çalaki li Meydana Îstasyonê bihata kirin û parêzgeh dibêje bi sedema rûdanên li derveyê Tirkiyê yên li welatên cîran, dê bandorê li ser Amedê bikin, berya mîtîngê û piştî wê, dê gelek kes bikevin bajarê Amedê û bibe sedema talûka ewlehiya Amedê.