PeyamaKurd- Şandên danûstankar ên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) îro 8ê Çileyê ji bo gotûbêjkirina çend mijarên girîng civiyan.
Di civînê de ji PDKê Hoşyar Zêbarî, Piştîwan Sadiq, Dilşad Şehab û Umêd Sebah û ji YNKê jî Qubad Talebanî, Derbaz Kosret Resûl, Dr. Rêwas Fayîq û Şalaw Şêx Selah amadehî kirin.
Hate ragihandin ku her du şandan pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, aktîfkirina parlamenê û mijara Serokomariya Iraqê gotûbêj kirine.
Hat diyarkirin ku yek ji senaryoyan ew e ku PDK û YNK hewl didin bibe xwedî namzedekî hevbeş ji bo posta Serokomarê Iraqê bin; çi namzedê PDKê be yan jî yê YNKê be. Ji ber vê yekê, li ser vê mijarê gotûbêjên kûr hatin kirin.
Eger PDK û YNK li ser mijara pêkanîna kabîneya dehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê bigihîjin rêkeftinê, ev yek dê bibe dergehek ji bo aktîfkirina parlamentoyê û yekalîkirina posta Serokomariya Iraqê.
Beriya niha endamên şandên danûstankar ên her du aliyan dabûn xuyakirin ku dibe ku îro bigihîjin rêkeftinê û wextekî ji bo pêkanîna kabîneya nû ya hikûmetê diyar bikin.
Proseya aktîfkirina Parlamentoya Kurdistanê wiha ye:
- Aktîfkirina parlamentoyê û hilbijartina Serokê Parlamenê û cîgirên wî.
- Piştî vê, 5 roj derî ji bo namzedên Serokatiya Herêmê tê vekirin.
- 3 roj wext ji bo îtirazan tê diyarkirin.
- Di nav 15 rojan de Serokê Herêmê tê hilbijartin.
- Piştî hilbijartinê, Serokê Herêmê Serokwezîr radisipêre ji bo pêkanîna kabîneya nû.