PeyamaKurd – Wezîrê karên navxwe yê Herêma Kurdistanê Rêber Ahmed li bajarê Duhokê li Zankoya Amerîkan di Foruma Ewlehî û Aştiyê ya Rojhilata Navîn de (MEPS) axifî. Ahmed got ku Iraq û Sûriyê hêjî di bin tehdîdê de ne û got ku rejîma niha ya Bexdayê çanda desthilata berê dimeşîne. Ahmed got:
“Li herêmê pirsgirêk çareser nebûne. Milletê Kurd hê jî mafên xwe bi dest nexistine. Temamê gelan û pêkhateyan heya mafên xwe nestînin li herêmê aştiya mayîn de nabe. Desthilata niha ya Iraqê rexne li rejîma berê dike lê hêjî zora wan ya li ser milletê dewam dike.
Di panelê de ji Rojava seroka daîra pêwendiyên derve Îlham Ahmed, ji zankoya Harvardê İbrahim Asil, pisporê jeopolîtîk Fabrice Balanche û kesên weka Peter Galbraith hebûn. Di panelê de li ser pirsgirêkên herêmê yên rojane axifîn.
Ahmed got ku di sala 1916an de bi peymana “Sykes-Picotê Kurda di derveyê îrada wan de kirin 4 perçe û di Rojhilata Navîn de pirsgirêkekî herî bingehîne. Rêber Ahmed dewam kir:
“Li Iraqê û Sûriyê piştî peymanê çanda desthilatan li ser paşdemayînê û şiddetê ava kirin. Astenga li pêşiya aştiyê ya herî mezin hevqebûlkirina civakane û kêmasiya çandê ye. Herêma Kurdistanê xwediyê modela rêvebiriya serkeftiye û divê rêz li pêkhateyên cuda bêgirtin û mafên wan bên dayîn…”
Ahmed her weha behsa pêvajoya demkî ya Sûriyê kir û mijarê bir ser peymana 10ê Adarê ya navbera Şamê û HSDê û got:
“Em pêngavên avêtî yên navbera Şamê û Rojava pîroz dikin lê divê rêvebiriya Rojava zêde pişta xwe bi peymanê girê nede. Eger li terefê dinê zihniyeta ku peymanê bicîh bîne tinebe, serkeftin nabe. Li Iraqê destûrekî herî baş ya dinyayê heye lê pir hindikê wê bicîh tê.”