PeyamaKurd- Hate ragihandin ku îro 5ê Sibatê şanda Rêveberiya Kobanê bi berpirsên parêzgeha Helebê re li bajarê Helebê civiya.
Hate ragihandin ku civîn li navenda giştî ya hêzên ewlekariya hundirîn a Helebê pêk hat ku Şandeya Rêveberiya Kobanê ji Ferhan Hac Îsa, cîgira hevserokatiyê Mizgîn Xelîl, nûnerên Rêxistinan ên Kobanê û rûsipiyên êlên pêkhateya ereb pêk hat.
Şanda Rêveberiya Kobanê ji aliyê şanda parêzgeha Helebê Fermandarê Ewlehiya Hundirîn ê parêzgeha Helebê Mihemed Ebdulxenî û cîgirê parêzgeha Helebê Elî Henûre û rêveberên ewlehiyê yên girêdayî Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê hat pêşawazîkirin."
Hêjayî gotinê ye, ev civîn piştî lihevkirina di navbera HSDê û hikumeta demkî ya Sûriyeyê de hat lidarxistin doh jî şandeke hikumetê derbasî Kobanê bûbû.
Li gorî zanyariyan di civînê de gelek xal hatin nîqaşkirin. Yek ji wan xalan dorpêça li ser Kobanê, nebûna av, elektrîk û internetê, rewşa koçberan û vegera wan li gundên xwe bû.
Berpirsên Helebê soz dan ku xizmetguzariyên weke av, elektrîk û internet werin çêkirin.