Serok Barzanî: Arîşeyên siyasî nabe ku bibe sedema qirkirina etnîkî

Dîroka Weşanê :
Serok Barzanî: Arîşeyên siyasî nabe ku bibe sedema qirkirina etnîkî

PeyamaKurd – Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî li ser şerê li Helebê li taxên Eşrefiye û Şêx Meqsûdê axifî û bang kir ku mijarên siyasî nebe sedema qirkirina etnîkî. Barzanî got:

“Rewşa niha li Helebê heye talûkeye, şer û şiddet sedema endîşeyane û li ser jiyana xelkê sîvîl û xelkê bêguneh bûye talûke. Li Herêmê li hemberê Kurda tehdîda paqijiya etnîkî heye.”

Barzanî bangê li rayedarên Sûriyê kir û got ku pirsgirêkên siyasî nekin şerê etnîkî û îznê nedinê. Nehêlin Kurd ji ser axa bav û kalên xwe herin û zorê nedin wan.

Barzanî her weha bangê li Hêzên Sûriya Demokratîk kir ku bo rawestandina rêtina xwînê û şer ji destê wan çi were bikin. Barzanî weha got:

“Bi navê Xwedayê mezin û mîhreban!

Li Sûriyê guherînên siyasî bo mafên Kurdan û çareseriya temamê pirsgirêkan baş bû da rêyekî bibînin. Me hewl da ku bi temamê terefan re pirsgirêkan di rêya diyalogê û aştiyê de şareser bikin

Niha rewşa talûke ya li Helebê dewam dike, şer û şiddet bi endîşene. Li ser xelkê sîvîl yê bêguneh tehdîde û li deverê bo Kurdan talûka paqijiya etnîkîye.

Ji rayedarên Sûriyê dixwazim pirsgirêkên siyasî nekin şerê tenîkî, di pirsgirêkên li Helebê de îznê nedin ku Kurd ji ser axa xwe herin û nehêlin paqijiya etnîkî li herêmê bibe.

Ji terefên Kurda bi taybetî ji HSDê daxwaz dikim ji destê wan çi were bikin da şer raweste û xwîn nerije. Dixwazim her dû teref di rêya diyalogê û aştiyê de hevdîtinan bikin.

Arîşeyên siyasî jiyana xelkê sîvîl dike talûkê û kes îznê nade ku li hemberê milletê Kurd komkujiya etnîkî bike, ev hemû sûcin û wê encamên xerab jê derên.”

Ji fermandarên HSDê Nûrî Şêxo bang li serok Barzanî kiribû ku mudaxeleyê mijara Helebê bikin û destekê bidin wan. Banga Şêxo her weha bo serokê YNKê Bafil Talabanî û serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî hebû.

Seroka daîra têkiliyên derve ya rêvebiriya xweser Îlham Ahmed jî di daxwuyaniya xwe de got ku hukumeta Şamê li hemberê Kurda şerê îmhayê daye destpêkirin.