Serok Barzanî bi Musena Samarayî re qonaxa pistî hilbijartinê nîqas kir

Dîroka Weşanê :
Serok Barzanî bi Musena Samarayî re qonaxa pistî hilbijartinê nîqas kir

PeyamaKurd- Serok Mesûd Barzanî 18ê Mijdarê li bajarê Dihokê di çarçoveya Korbenda Aştî û Ewlehiya Rojhilata Navîn (MEPS) de bi Serokê Hevpeymaniya Ezimê Musena Samarayî re civiya.

Baregeha Barzanî ragihand, herdu aliyan di wê civînê de bal kişandiye ser serkeftina pêvajoya hilbijartinên Parlementoya Iraqê û herwihsa pêngavên qonaxa piştî hilbijartinan nîqaş kirin.

Gera 6ê ya Korbenda Aştî û Ewlehiya Rojhilata Navîn (MEPS) îro (Sêşem, 18ê Mijdara 2025ê) li bajarê Dihokê hat destpêkirin, ku wekî platformeka girîng ji bo nîqaşkirina paşeroja deverê kar dike.

Korbenda MEPSê bi amadebûna Serok Mesûd Barzanî tê lidarxistin û hejmareke mezin ji serkirdeyên payebilind ên herêmî û navneteweyî tê de amade dibin.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî ligel bi sedan serkirdeyên siyasî, dîplomat û kesatiyên akademî tevlî vê korbendê bûne.

Armanca sereke ya Korbenda MEPSê ya îsal nîqaşkirina hevrikî û qebxwaziyên niha yên Rojhilata Navîn e, tevî vedîtina çareseriyên demdirêj û bidestxistina aştiyeke herdemî li deverê.