PeyamaKurd – Serok Mesûd Barzanî, îro (11.12.2025) li Pîrmamê pêşwazî li Serokê Partiya "Neynewa Lî Ehlîha" Ebdullah Hemîdî kir.
Li gorî daxuyaniya Baregeha Barzanî, di vê hevdîtinê de rewşa siyasî ya Iraqê û pêşhatên qonaxa piştî hilbijartinan bi berfirehî hatin nirxandin.
Di civînê de ronahî hate xistin ser giringiya hemahengî û bihêzkirina peywendiyên di navbera aliyên siyasî de. Herwiha her du aliyan rewşa giştî û îdarî ya parêzgeha Neynewayê (Mûsil) gotûbêj kirin û li ser çawaniya birêvebirina rewşa parêzgehê sekinîn.