PeyamaKurd- Wezîrê Derve yê Îsraîlê Gideon Saar li ser rewşa Helebê ku taxên Kurdan di bin êrîşan de ne got, "Civaka Navneteweyî û bi taybetî welatên Rojava, ji bo Kurdên bi wêrekî û serkeftî li dijî DAIŞê şer kirin, deyndarê şerefê ne."
Saar, derbarê êrîşên li ser herdu taxên Kurdan ên Helebê li ser hesabê xwe yê Xê daxuyanî da û got, bêdengiya civaka navneteweyî rêya êrîşê li rejîma Sûriyeyê vedike û diyar kir ku êrîşên hêzên Sûriyeyê yên li ser kêmîneya Kurdan a Helebê cidî û metirsîdar e.
Gideon Saar got, cîhan bi tevahî deyndarê Kurdan e û wiha pê de çû: “Bi giştî Civaka Navneteweyî û bi taybetî welatên Rojava ji bo Kurdên ku li dijî DAIŞê bi wêrekî û serkeftî şer kirin deyndarê şerefê ne.
Saar da zanîn, “Zextên sîstematîk û kujer ên li ser kêmineyên cuda yên Sûriyeyê, bi soza ‘Sûriyeyeke nû’ re nakok in”.
Saar bal kişand li ser bêdengiya civaka navneteweyî û got, “Bêdengiya civaka navneteweyî dê rê bide ku rejîma Sûriyeyê tundiyê zêde bike.”