Price: Armanca wan sabotekirina yekîtiya NATO ye!

Price: Armanca wan sabotekirina yekîtiya NATO ye!

PeyamaKurd – Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê Ned Price diyar kir ku şewitandina Qurana Pîroz li ber Balyozxaneya Tirkiyeyê ya li Stockholmê roja şemiyê li Swêdê kiryareke "şermezar" e. Price herwiha amaje bi wê yekê kir ku ev çalakî dibe ku bibe armanca sabotekirina yekîtiya NATOyê.

Berdevk Price do di civîneke çapemeniyê ya rojane de got,"Şewitandina pirtûkên ji bo gelek kesan pîroz in, kiryarek pir bêhurmetî ye."

Price jî bertek nîşanî çalakiyê da û bi gotinên "kerax" û "rezîlane" bertek nîşan da.

Çalakiya şewitandina Qur'anê, serokê partiya siyasî ya rastgira tund a Danîmarka Hard Line, Rasmus Paludan kir.

Tê zanîn, Paludan di heman demê de hemwelatiyê Swêdê ye, berê jî çalakiyên bi vî rengî organîze kiribû.

Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîka Ned Price got, Paludan "provokator" bû.

Berdevk Price ev daxuyanî da: "Bi qasî ez fêm dikim, ev bûyer karê provokatorekî taybet e, kesek bi qestî hewl dide xwe ji her du hevkarên me yên nêzîk Tirkiye û Swêdê dûr bixe, bi qestî hewl dide bandorê li nîqaşên berdewam ên derbarê endambûna Swêd û Fînlandiyayê ya NATOyê bike. Ev azadî carna mafê çalakiyên bêhurmet, binefret û rezîlane dide mirovan."

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin