Pentagon: Dabînkirina tanqan, dê bi mehan berdewam be

Pentagon: Dabînkirina tanqan, dê bi mehan berdewam be

PeyamaKurd- Alîkara Berdevka Wezareta Berevaniya Amerîkayê (Pentagon) Sabrina Singh diyar kir ku tanqên zêde yên Amerîkayê tunene, ji ber vê yekê jî ji bo Ukraynayê tanqên nû tên kirîn, lewra peydakirin dê demeke dirêj bigire.

Rêveberiya Amerîkayê ragihand ku Almanya dê tanqên M1 Abrams bişîne Ukraynayê û ji bo fikarên Almanyayê yên ji bo dayîna tanqên Leopard 2 ya ji Ukraynayê re çareser bike, lê cihê meraqê ye ku ev tanq dê herî zû kengê biçin Ukraynayê.

Di civîna çapemeniyê ya rojane de pirsên, “Gelo kêmasiya DY M1 Arbramsan heye? Çima we ew ji envantera Amerîkayê de nekirîn da ku di zûtirîn demê de pê şer bikin? Ma peydakirina we bi vî rengî nayê wê wateyê ku tanq beriya salekê nayên şandin?"

Alîkara Berdevkê Pentagonê Signh, ev pirs bersivandin û got,

"Tanqên Amerîkayê yên zêde tunene. Ji ber wê jî dê peydakirina tanqên M1 Abrams ên ji bo Ukraynayê, dê bi mehan berdewam be.”

"Parastin û dewamkirina wan, dê gelek dijwar be”

Singh her wiha diyar kir ku tanq dê bi pereyê ku ji Fona Alîkariya Ewlekariyê ya Ukraynayê were dayîn, bên kirîn û ji bo tespîtkirina pêvajoyên perwerdekirin, temîrkirina van tanqan lêkolîn dewam dikin.

Singh, li ser pirsa, “Gelo tanqên Abrams, bi hinceta ku di parastin û xwedîkirina wan de zehmetiyên mezin hene, nedane Ukraynayê? wiha got,

“Em li pişt daxuyaniyên ku me li vir dan û her wiha daxuyaniyên Wezîr û Serfermandar radiwestin. Parastin û dewamkirina van dê gelek zehmet be. Lê piştî Civîna Koma Têkiliyê ya Wezîr a Ukraynayê ya bi hevkar û hevalbendan re şiyanên ku dikarin yekser an jî di demek kurt de bişînin qada şer."

Biryara me ya radestkirina tanqên Abrams, nîşana pabendbûna me ya demdirêj e ku di vê çarçoveyê de ye. Bangkirina dayîna çekan a hevkar û mutefîqên me û bangkirina me ya vê yekê ya hevdem, li gorî demê bangeke aqilane bû.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin