Sirbîstan: Em naxwazin tevlî NATOyê bibin!

Sirbîstan: Em naxwazin tevlî NATOyê bibin!

PeyamaKurd – Serokê Sirbistanê Aleksandar Vucic diyar kir, welatê wî Sirbîstan li ser rêya Yekîtiya Ewropayê (YE) ye lê naxwaze bikeve NATOyê.

Derbarê rewşa navborî de, Serokomarê Sirbistanê di roja duyemîn a civîna Meclîsa Sirbîstanê de daxuyaniyek da û tê de plana Fransa-Almanya ya ku ji aliyê Amerîka û YEyê ve tê piştgirîkirin, di çareseriya pirsgirêka Kosovayê de bi berfirehî hate nîqaşkirin.

Vucic destnîşan kir, welatê wî li ser rêya Yekîtiya Ewropayê ye û ev tişt gotin:

"Sirbiya naxwaze tevlî NATOyê bibe. Sirbîstan dixwaze bêalîbûna xwe ya leşkerî biparêze û xurt bike. Di navbera entegrasyona Ewropayê û entegrasyona Atlantîkê de ferqeke mezin heye." Vucic destnîşan kir, ew ê ji bo mayîna li ser desthilatdariyê tu carî muzakereyê nekin, tişta ku ji bo wî girîng e "serxwebûn û pêşketina" Sirbistanê ye.

Ji aliyê din ve Vucic da zanîn, ew ê rê nedin ku Kosova bikeve nava Neteweyên Yekbûyî (NY) û got, ew di wê baweriyê de ne ku dikarin vê yekê bikin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin