PeyamaKurd- Li gor nûçeya ajansa nûçeyan a fermî ya Erebistana Siûdî SPAyê, ji bo piştgiriya mexdûrên erdheja Mereşê, rayedarên Erebîstana Siûdî, balefira 11an a alîkariyê şandiye.
Li gorî nûçeya hat ragihandin, balafira ku ji Balafirgeha Navneteweyî ya Key Xalid a Riyadê rabû, çû Dîloka Bakurê Kurdistanê.
Hat ragihandin ku di balafirê de alav û amûrên pizîşkî, betanî, kon û madeyên xwarinê ango 88 ton pêdiviyên alîkariyê hene.
Serokê Navenda Alîkarî û Lêkolînên Mirovî ya Key Selman Abdullah bin Ebdulezîz er-Rabî ku saziyeke giştî ya Erebistana Siûdî ye, berê ji televizyona dewletê El-Îhbariye re gotibû ku ew ê 3 hezar xaniyên konteynirê li herêmên erdhejê yên li Tirkiyeyê ava bikin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin