Ji bo Tirkiyê û Sûriyê konferansa alîkariyê tê lidarxistin

Ji bo Tirkiyê û Sûriyê konferansa alîkariyê tê lidarxistin

PeyamaKurd – Dewleta Îsveçê niha serokê Yekîtiya Awrûpayê ya vê demê ye û wezîrê karên derve yê Îsveçê Tobias Billström ragihand ku wê ji bo erdheja li Tirkiyê û Sûriyê konferansekî ji bo civandina alîkariyê lidarbixin, wê konferans li Brukselê be û di 16 ê adarê de bibe.

Wezîr Tobias Billström ragihand ku ji bo erdhejê ew amade ne da alîkariyê bikin û wê konferansa alîkariyê lidarbixin. Wezîrê Îsveçê ragihand ku wê tevlîbûn zêde be û wezîrê karên derve yê Yûnanistanê Nikos Dendias jî li ser seredana herêma erdhejê wezîrên dinan yên YA yê agahdar kiriye û hem banga xwe ya ji bo desteka erdhejê dide dewamkirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin