PeyamaKurd – Seroka Beşa Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Îlham Ehmed, bang li hêzên navneteweyî û welatên biryarder kir ku êdî li hember zilm û êrîşên li dijî gelê Kurd bêdeng nemînin.
Îlham Ehmed di daxuyaniya xwe de bang li hêzên navneteweyî û welatên biryarder kir.
Wê tekez kir ku divê civaka navneteweyî helwestek zelal û berbiçav bigire da ku pêşî li xetereyên ku niha li pêşiya welatiyên Kurd in bigire.
Banga Îlham Ehmed di demek krîtîk de tê ku herêmên Kurdî li Sûriyeyê bi pêlek nû ya aloziya leşkerî û gefa tunekirinê re rû bi rû ne.
Ehmed bi destnîşankirina ku gelê Kurd di salên dawî de ji bo parastina ewlehiya cîhanî û têkbirina terorê bedelên giran daye, got, "Di vê serdema hesas de, piştgiriya mafên rewa yên Kurdan û pêşîgirtina li her cûre êrîşan erkê exlaqî û siyasî yê hêzên cîhanî ye."
Ehmed hişyarî da ku bêdengiya hêzên navneteweyî wê bibe sedema zêdebûna aloziyan li herêmê û karesateke mirovî û wiha domand:
"Divê êrîşên ku armanc dikin bêîstîqrarkirina herêmên Kurdan û guhertina avahiya wan a demografîk werin rawestandin. Bêyî çareserkirina pirsgirêka Kurd û garantîkirina mafên Kurdan, pêşeroja Sûriyeyê nikare ber bi aştiyê ve biçe."