PeyamaKurd – Di 08.01.2026an de li bajarê Kermanşanê, hêzên dewleta Îranê bi kleşnîkofê di wexta çalakiyan de li xortê Kurd yê bi navê Amiralî Heyderî (17) xist, gule li nêzî dilê wî ket û dewlet ji malabata wî re got ku divê bêjin xwe ji dor de avêtiye û miriye.
Rûdan li bajarê Kermanşanê li taxa Elahiyehê li kolana Kaşanî çêbû. Îran, bo cenaze bidin malbatê, bi 1 milyar Tumenê Îranê, pere ji malbatê sitend û cenze teslîmî malbata wî kirin.
Di wexta defna cenaze ya li goristana gundê Tuh-Lalî de, kesên di merasimê de, dema sloganan diqêriyan, yek ji wan bi şiddetê xistin bin çav.
Hengawê hîn kiriye ku di belga mirina Amiralî Heyuderî ya tiba edlî de, behsa gula kleşnîkofê nehatiye kirin û tenê di belgê de gotiye ku ji jor de ketiye û bûye sedema mirina wî.