Îstîxbarata Îranê li bajarê Sine çalakvanê Kurd Abdullah Xanî girt

Dîroka Weşanê :
Îstîxbarata Îranê li bajarê Sine çalakvanê Kurd Abdullah Xanî girt

PeyamaKurd – Hêzên îstîxbarata Îranê li bajarê Senendajê (Sine) çalakvanê sendika û karkerê Kurd yê bi navê Abdullah Xanî (60) xist bin çav. Îstîxbarata Îranê avêt ser mala Xanî û ew di malê de girt.

Desteserkirina Xanî di 27ê mehê de çêbû. Malbata Xanî dibêje; ji ber berê Xanî krîza dil derbas kiriye û rewşa tenduristiya wî baş nîne bi endişeye.

Sedema girtina Xanî û ew birine ku derê nayê zanîn.