Îstîxbarata Îranê serokê grûba Arez ya çiyavanên bajarê Sine Serok Abdulxasemî girt

Dîroka Weşanê :
Îstîxbarata Îranê serokê grûba Arez ya çiyavanên bajarê Sine Serok Abdulxasemî girt

PeyamaKurd – Îstîxbarata Îranê serokê grûba Arezê ku grûba çiyavanên bajarê Senendajê (Sine) ne, yê bi navê Serok Abdulxasemî xist bin çav.

Wezareta îstîxbarata Îranê Serok Abdulxasemî birin ciyekî nediyar. Hengawê ragihand ku binçavkirina serokê grûba Arezê roja 27ê mehê an ku roja Şemiyêye, avêtine ser mala wî û ew birine ciyekî nediyar, sedema girtina wî çiye nayê zanîn û bo girtina wî di destê îstîxbaratê de biryara dadgehê tinebûye.