PeyamaKurd – Ji ber metirsiya DAIŞî û malbatên wan koçberên herêmên din ên li Kampa Holê dimînin ev demeke têne derxistin.
Herî dawî Rêveberiya Rojava Ragihand ku îro piştî ku belgeyên pêwîst hatine temamkirin, li gorî biryara Rêveberiya Xweser rêveberiya kampa Holê di meha Kanûnê de 62 malbatên koçber ên ji Dêrazorê ku ji 398 kesan pêk tên, ji kampê derxistin.
Herwiha hat ragihandin ku 47 malbatên ku ji 207 jin û zarokan pêk dihatin têkiliya wan bi çekdarên DAIŞê re tune ye û ji kampê hatine derxistin.
Rêveberiya kampê ji wan re 32 kamyon peyda kirin û dê Hêzên Ewlekariya Hundirîn wan radestî Meclîsa Sivîl a Dêrazorê û êlên eşîran bikin.
Beriya niha jî berevajî daxuyaniyên Rêveberiya Rojava, nûçe û îdiayên ku malbatên DAIŞîyan li ser daxwaza eşîrên ereb bi kefaletê ji kampê têne derxistin û azad kirin.
Li gorî daxuyaniyê Rêveberiya Xweser jî malbatên têne derxistin, ew kesên ku ti têkiliya wan bi DAIŞê re çênebûne ne.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin