PeyamaKurd – Li gorî nûçeya Chaw Newsê 3 kolberên Kurd li devera Newsûdê bi êrîşa hêzên Îranê ya teqandina guleyên rasterast birîndar bûn.
Hate diyarkirin ku kesên birîndar bûne temenê wan 17 salî ne û navên wan jî Parsa …, Sirûş Îbrahîmî û Nîma Rehîmî ye.
Hate zanîn ku Parsa xelkê gundê Şêxan, Nîma Rehîmî xelkê gundê Tişar û Sirûşt Îbrahîmî jî xelkê gundê Newsûd a bajarê Pawê ne.
Hersê kolber ji bo çareseriya pizîşkî bo nexweşxaneya Pawê hatine veguhastin û rewşa tendirustiya du kesan ji wan xirab e.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin