PeyamaKurd – Li gorî nûçeyeke ajansa DHAyê Vedat K. (22) ê ku bi hinceta rahiştiye 15 hezar lîreyên li ser maseya patronê xwe, 3 rojan rastî êşkenceyên fizîkî û curbecur hatiye.
Vedat K.yê ji navçeya Sirûcê ya Rihayê, ji bo di sala 2020an de tê de bixebite çûye qada pîşesaziyê ya li navçeya Kepeza Antalyayê. Hate îdîakirin ku Vedat K.yê ku bi qasî 10 mehan li vir xebitiye, ji heqdestê xwe kêmtir mûçe werdigirt. Piştî demekê Vedat K. ji xwediyê kargehê doza mûçeyê heqdestê xwe kiriye. Wî her carê bertekên neyînî ji xwediyê kargehê wergirtiye, lê li ser maseya xwediyê kargehê bi berdêla 70 hezar lîreyê tirkî pere hebûye, wî ji wî 70 hezar lîreyî, rahiştiye 15 hezar lîreyî çûye Stenbolê.
Xwediyên kargehê ku nekarîne xwe bigihînin Vedat K. gihiştîn malbata wî. Li ser vê yekê birayên Vedat K. jê re gotine ku divê pereyê ku birine bi paş ve vegerîne. Vedat K. li birayên xwe guhdarî kiriye û vegeriyaye Antalyayê û 15 hezar lîreyê ku rahiştibûyê teslîmî xwediyê kargehan kiriye. Vedat K. li vir hatiye derbkirin.
Li gorî agahiyên wî karkerê kurd, ew bi kursiyekê ve hatiye girêdan û di embarê de hatiye girtin. Vedat K.yê ku 3 rojan rastî îşkenceyên curbecur tê; diranên wî tên şikandin, laşê wî tê birîndarkirin, dest û milên wî hatin girêdan, devê wî vekirî tê hiştin û bi darê zorê kêzikan pê didin xwarin. Gumanbaran tiştên ku kirine jî bi telefonên xwe yên destan tomar dikin.
Li heman kargehê cardin xebitiye
Gumanbarên ku pê dihesin ku rewşa Vedat K.yê ku di embarê de girtî her diçe girantir dibe, li bende dimînin ku birînên wî baştir bibin. Vedat K.yê ku ji ber ku birînên wî baş bûne tu delîlên wî tune bûn, nikare gilî li kesî bike. Vedat K.yê ku li heman kargehê xebata xwe berdewam dike, wêneyên ku dema êşkence lê dihat kirin, ji telefonên destan ên gumanbaran werdigire. Vedat K.yê ku ji kar direve û tê Sirûcê, wêneyan wek delîl nîşan da û gilî kir. Gumanbarên ku îfadeya wan hat girtin paşê serbest hatin berdan.
“Ez edaletê dixwazim!”
Der barê gumanbaran de li 6emîn Dadgeha Cezayê Giran a Antalyayê doz hat vekirin. Bersûcên girtî yên beşdarî rûniştina 10emîn a dozê bûn, îdîa kirin ku ne sûcdar in. Vedat K.yê ku ji bo beşdarî danişînê bibe ji bajarê xwe Sirûcê hat Antalyayê, diyar kir ku ew dixwaze şikbar cezayê herî giran wergirin da ku nikaribin tiştên wekî van careke din bikin. Rûniştina dozê taloqî 25ê kanûna pêşîn hat kirin.
Vedat K. piştî danişînê daxuyanî da û ji heman çavkaniyê re gotiye, “7-8 mehan dest danîn ser hinek pereyên min. Dema min pereyê xwe xwest û nedidan, min jî 15 hezar lîre girt û çûm Stenbolê. Bi vê yekê mink arî heqdestê xwe wergirim, lê li ser daxwaza malbata xwe min ew pere anî û careke din li wan vegerand. Şeva yekem dema ku rewşa min xirab bû, di dawiya roja sêyan de hewl dan ku min derman bikin, lê dema ku birînên min baş bûn, min nekarî biçim û gilî bikim.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin