5 jinên Rûsî yên DAISê dema xwestin hatin desteserkirin

5 jinên Rûsî yên DAISê dema xwestin hatin desteserkirin

PeyamaKurd - Hat ragihandin ku 5 jinên DAIŞê ku dixwestin ji kampa Holê ya Rojavayê Kurdistanê birevin, ji aliyê hêzên parastina kampê ve hatin girtin.

Li gorî zanyariyên ji Rojavayê Kurdistanê, 5 jinên Rûsî yên DAIŞê, ku dixwestin ji kampa Holê ya li parêzgeha Hesekê ya Rojavayê Kurdistanê birevin Tirkiyê, hatin girtin.

Hat zanîn ku wan jinên DAIŞê dixwestin bi zarokên xwe ve û bi alîkariya qaçaxçîyan ji kampê birevin Tirkiyê.

Hêjayî gotinê ye, beriya niha jî bûyerên bi vî awayî li kampê rû dabûn. Heta hin jinên tirk ên DAIŞî reviyabûn ku medya Tirkiyê ragihandibû ku îstixbarata Tirkiyê ew rizgar kirine.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin