PeyamaKurd – Hat ragihandin ku hejmarek zêde ya parlamentarên Iraqê bi vîrusa koronayê ketine û rewşa çend kesan ji wan jî nebaş e.
Kanalên Iraqî îro 23yê Nîsanê daye xuyakirin ku hejmara parlamentarên Iraqê yên bi vîrusa koronayê ketine 50 ye ku bi giştî 329 parlamentarên Iraqê hene.
Medya Iraqê ragihandiye ku rewşa tenduristiya 11 parlamenteran nebaş e û bi amûra oksîjenê ve hatine girêdan.
Heta niha hejmara parlamentarên Iraqê yên ji ber vîrusa koronayê can dane gihîştiye 5 kesan.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin