PeyamaKurd – Hêzên asayîşa Iraqê li bajarê Anbarê operasyon kirin û di operasyonê de 47 heb drone û 46 heb fuzeyan girtin. Ciyê ku alavan tê de girtine, berê tamîrxana otoyan bûye û hatiye terkirin.
Wezareta karên hundir yê Iraqê ragihand ku di rêya îstîxbaratê de agahiyan girtine û yekîneyên fermandariya polîsan ketiya nav tevgerê. Polîs li devera 35em de li ciyê navborî alavên navborî xistiye dest.
Di operasyonê de 46 fuze, 47 drone û cîhazên ku dronan îdare dikin, batarya û gelek alavên teknîkî xistine dest.
Polîs deverê xistiye bin dorpêçê, marka muhîmmatan, ciyên ku jê hatine dê tesbît bikin. Lêpirsîna teknîkî û edlî ya alavan dewam dike.